YE guşarên li ser Tirkiyeyê erê kir

Wezîrên Karê Derve yên Yekîtiya Ewropayê, ji ber xebatên sondajê yên gaza xwezayî ya ‘ne asayî’ ya Tirkiyeyê ya li Rojhilatê Derya Spî, biyara sepandina guşaran girt.

Roja Yekşemê Yekîtiya Ewropayê ji ber xebatên sontajê yên ne asayî yên li ava sînorê Qibris a tevî hemû hişyariyan a Tirkieyê rêze tedbîrên siyasî û malî girtibû.

Piştî civîna Wezîrên Karên Derve yên YE ya li Brûkselê û şûnde Nûnera Bilind ê Polîtîkayên Derve ya NY’yê Federîca Mogherînî daxuyaniyek da, diyar kir ku têkildarî Tirkiyeyê hinek biryar gitine, wê di saetên pêş de bi raya giştî re parve bikin.

Li gorî AFP’ê tedbîra herî dijar a cezakirinê, bal kişand ser forma Ewropa ya 145,5 milyon eûro ya ku Tirkiye wê sala 2020’an ji vê formê sûd bigirta birîna wê ye. Bankaya Razandin a Ewropayê jî wê mercên alîkariya malî ya ji bo Enqereyê li ber çavan re derbas bike.

Her wiha Yekîtiya Ewropa biryara wê diyalogên di asta jor a Enqerê re bi temamî qût neke, lê kêm bike jî, girtiye.

Dîplomatekî asta jor a ji AFP’ê re axivî got: “Wê biryarên guşarên ku hedefan dikin armanc jî pêk bînin.”

Dîplomatê Ewropî, destnîşan kir ku tevî hemû hişyariyan xebat didomin û got: "Ev rewş gihiştiye astekî ku neyê pejiarandin."