YE ew ê şûna tiliyên zarokên 6 salî jî qeyd bike
Di encama muzakereyên di navbera Parlementoya Ewrûpayê û Konseya Yekîtiya Ewrûpayê de, têkildarî koçberan di hin waran de lihevkirin pêk hatiye.
Di encama muzakereyên di navbera Parlementoya Ewrûpayê û Konseya Yekîtiya Ewrûpayê de, têkildarî koçberan di hin waran de lihevkirin pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniya Parlementoya Ewrûpayê, di navbera wan û Konseya Yekîtiya Ewrûpayê de têkildarî koçberan di hin xalan de li hev kirine. Tê ragihandin ku ji bo nûkirina rêgezên Eûrodacê li hev kirine ya ku daneyên li ser koçberan lê tên qeydkirin.
PIŞTÎ 6 SALÎ EW Ê ŞÛNA TILIYAN WERE QEYDKIRIN
Tê payîn ku ji bo tespîtkirina nasnameyan ew ê şûna tiliyên zarokên 6 salî jî werin qeydkirin. Bi vî tiştî re dixwazin têkiliyên malbatî yên koçberan jî tespît bikin.
Berê kesên temenê wan li ser 14 salan bû, şûna tiliyên wan dihatin girtin û wêneyên wan dihatin qeydkirin. Heke ev pêşnûma were erêkirin, hemû agahiyên kesên ku daxwaza îltîcayê kirine û agahiyên kesên qaçax wê werin komkirin.
Li gorî daxuyaniya Parlementoya Ewrûpayê ji bo tespîtkirina nasnameya zarokên koçber ew ê ‘piçekî zext’ were kirin û ev zext ew ê di ‘qonaxa dawîn de’ were bikaranîn.
Di heman demê de hate îddîakirin ku bi saya vê pêşnûmayê ew ê penaber û koçber nikaribin daxwaza îltîcayê li gelek welatên Ewrûpayê bikin.