YE dixwaze gelek penaberan dersînor bike

Yekîtiya Ewropayê xwe amade dike ku kesên daxwaza wan a penabertiyê nehatiye qebûlkirin, vegerînin welatê ku jê hatine.

Endama Karûbarên Navxweyî ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ylva Johansson, li Brukselê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ew dixwazin kesên daxwaza wan a penabertiyê nehatiye qebûlkirin bişînin welatê ku jê hatine.

Johansson diyar kir ku di sala 2022'an de li 27 welatên endamên YE'yê hejmara serlêdanên penaberiyê li gorî sala borî ji sedî 50 zêde bûye û gihiştiye 920 hezarî û got “Heke wisa bidome wê kapasîteya penaberiyê tijî bibe. Ji bo vê jî divê em tevdîrên nû bistînin. LiYE her sal ji bo 300 hezar kesan biryara vegerandinê tê dayîn lê bi tenê 70 hezar kes tên vegerandin. Divê em vê hejmarê zêdetir bikin.”

Stratejiya ku ji aliyê Komîsyona Ewropayê ji bo vegerandina penaberan hatiye amadekirin, wê pêşkêşî civîna Wezîrên Karên Navxweyî ên welatên endamên YE’yê were kirin. Ev civîn ew ê vê hefteyê li Stockholmê were kirin.

Li gorî daneyên Komîsyona Ewropayê ku saziya herî bilind a Yekîtiya Ewropayê ye, rêjeya penaberên dersînorkirî yên li seranserê YE'yê di sala 2021'an de ji sedî 21 bû. Ev rêje di sala 2019an de derketibû ji sedî 29. Ji sala 2018’an û vir ve, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dixwaze rêjeya dersînorkirinê zêde bike. Rêjeya ku wan dane ber xwe jî ji sedî 70 ye.