YE: Divê rêgirî li mudaxeleyên derve ya li Qerebaxê bê kirin

Yekîtiya Ewropayê bal kişand ser fikarên navneteweyî ya li ser tevlîbûna Tirkiye û Rûsya ya ji şerê li Qerebaxa Jorîn.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve ya YE Josep Borrell got: “Nayê qebûlkirin ku aktorên herêmî tevlî şer bibin” navê Tirkiye û Rûsyayê da.

Di rûniştina Parlementoya Ewropa ya li Brûkselê de Borell axivî û got: “Divê mudaxeleyên derve bên astengkirin.”

Nûnerê Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku ji bo agirbest û diyalogê li ser asta alî û hêzên herêmî hevdîtin hatine zêdekirin û got: “Lê niha rewş ne wiha ye. Masa 30 sal in vala ye.”

Civaka Ermenî jî li Brûkselê çalakî kir û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bikevin tevgerê.

Di çalakiya nêzî 2 hezar kes tevlî bû de nerazîbûn nîşanî pasîfbûna Ewropayê hate dayîn.