YE dest bi parastina şîrketên enerjiyê kir

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, ji bo pêkanînên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li hemberî Rûsyayê bandorê li şîrketên wan ên enerjiyê neke, wê 'bersiveke di cih de' bide.

Pêşnûmeya pêkanînên li hemberî Rûsyayê, ku Serokê DYA Donald Trûmp duh erê kir û bi destûra Kongreyê ve hate girêdan, rê li ber nerazîbûneke tund a Yekîtiya Ewropayê (YE) vekir.

Li ser navê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncker daxuyaniyek hate dayin û hat ragihandin, ku di qanûna pêkanînê de 'cihê kêfxweşiyê' ye ku hin daxwazên Yekîtiya Ewropayê li ber çavan hatine girtin.

Lê di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, eger pêkanînên li hemberî sektora enerjiyê ya Rûs bandorê li şîrketên enerjiyê yên Ewropî bikin, wê reaksiyoneke 'di cih de' bidin. Di daxuyaniyê de hat destnÎşanikrin, ku ev reaksiyon wê di nava çend rojan de bê dayin û eger şîrketên Ewropî zerarê bibînin wê di cih de bersiv bê dayin.

Hêjayî gotinê ye, heta niha têkildarî pêkanînên li hemberî Rûsyayê, Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi hev re tevdigeriyan. Lê bi vê qanûnê re ev rewşa koordîneyî xera bû.