Makbûle Guner: Eger dewlet ji dil be divê gavê biavêje
Makbûle Guner ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe û di şer de kurekî wê şehîd bû, got "Em piştgiriyê didin rêya aştiyê ya Rêber Apo. Divê dewlet êdî gavê biavêje, ev şer divê biqede."
Makbûle Guner ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe û di şer de kurekî wê şehîd bû, got "Em piştgiriyê didin rêya aştiyê ya Rêber Apo. Divê dewlet êdî gavê biavêje, ev şer divê biqede."
'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku Rêber Apo di 27'ê Sibatê de kir, hêviyeke mezin da gel. Gelê ku di nava şerê pêncî salî de êşên gelekî giran kişandiye, bû ew alî ku herî zêde xwedî li aştiyê derdikeve. Yên ku herî zêde piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê jî ew malbat in ku ewladên xwe di şer de ji dest dane.
Yek ji wan malbatan jî MakbÛle Guner e ku li navçeya Sûr a Amedê dimîne. Dayika Makbûle di şer de kurê xwe Yilmaz Guner ji dest da. Mala ku Makbûle Guner lê dimîne gelek caran bû hedefa polîsan, kurekî wê jî hate girtin û şandin girtîgehê. Li gel ewqas zext û zordariyê jî ti carî dest ji daxwaz û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berneda.
Kurê Makbûle Guner Yilmaz Guner (Herekol Canşêr) piştî ku sala 2010'an tevlî nava refên PKK'ê bû, dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, derbasî kobanê bû. Di vî şerî de bi giranî birîndar bû û 3'ê Adara 2015'an şehîd bû, li Rojava hate veşartin.
'KURÊ MIN GELEKÎ JI GELÊ XWE HEZ DIKIR'
Makbûle Guner ragihand ku kurê wê gelekî hez ji zarokan û gelê xwe dikir û li ser kurê xwe got, "Kurê min gelekî hez ji xwendinê dikir. Xwendina zanîngehê qezenç kir û çû Meletiyê. Hem dixebitî hem jî dixwend. Li Meletiyê ji bo xwendina zarokên ku rewşa wan a madî nebaş bû, bi hevalên xwe re komele ava kir.
Gelekî hez ji zarokan dikir, ji bo xwendina wan têkoşiya. Piştî çend salan polîsan avêtin ser komeleyê û hemû hevalên wî girt. Kurê min got, ew ê nekeve girtîgehê û tevlî PKK'ê bû. Weke her ciwanekî Kurd gelekî hez ji partiyê dikir. Kurê min ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin. Ji be rku wî hez ji gelê xwe dikir."
'EM PIŞTGIRIIYÊ DIDIN RÊYA AŞTIYÊ YA RÊBER APO'
Makbûle Guner diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin gelekî girîng û dîrokî ye û got, "Rêya Rêber Apo em hemû kêfxweş kir. Em piştgiriyê didin vê rêyê. Em dixwazin êdî ev şer biqede. Em dixwazin ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe. Me zarokên xwe ji dest dan, em naxwazin neviyên xwe ji dest bidin. Ev cîhan têra me hemûyan dike.
Bila êdî zarokên me nemirin, dayik negirîn. Ne tenê dayika gerîla, bila êdî dayika leşkeran jî negirî. Ez bang li rêveberên dewleta Tirk dikim: Êdî gavê biavêjin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Bila kes nemire. Êşa ku me kişandin wan nekişandin. Wê heta kengî ev xwîn birije? Êdî bes e. Ev xak xaka me ye. Zarokên me ji bo xak, çand û zimanê xwe têkoşiyan. Kurê min jî ji bo gelê xwe têkoşiya."
'EM Ê HETA GOTINA XWE YA DAWÎ BIBÊJIN AŞTÎ'
Makbûle Guner destnîşan kir ku divê êdî dewlet ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje û got, "Ji bilî hevdîtina bi Rêber Apo re tiştekî nakin. Divê êdî ji vê wêdetir ji bo aştiyê gavê biavêjin. Qala aştiyê dikin, lê belê her roj balafirên şer radikin. Ti samîmiyeta wan nîne. Eger bi rastî jî ji dil bin bila balafirên şer ranekin. Hêviya me ya aştiyê her tim heye. Beriya her tiştî bila Serok Apo û hemû girtiyên siyasî berdin. Aştî bi yekalî nabe. Em ê heta gotina xwe ya dawî bibêjin aştî."