YE cezayên giran li hîleyên li ser egzozê dibire

Li Yekîtiya Ewropayê (YE), şîrketên wesayîtan ên ku di bernameyên li ser rêjeya belavkirina gaza ji egzozê de hîleyan bikin, wê bi cezayekî gelekî giran werin cezakirin.

Piştî ku di sala 2015'an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derket holê, ku şîrketa Volkswagen a Elmanyayê rêjeya gava di egzoza wesayîtên wê de tên belavkirin kêm nîşan daye, nîqaşeke berfireh dest pê kiribû. Piştî vê nîqaşê, Yekîtiya Ewropa wê hin tedbîran bigire.

Bernameya li ser van tedbîran, ku ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve hate pêşkêşkirin, ji aliyê wezîrên hawirdorê yên welatên endam, ku duh li hev civiyan, qebûl kirin.

Li gorî vê yekê, ji bo tespîtkirina rêjeya egzoza wesayîtên bi motor, Yekîtiya Ewropa hin testên nû ferz dike. Ji niha û pê ve, piştî erêkirina Yekîtiya Ewropayê û derbasbûna ji van textên Yekîtiya Ewropayê wê şîrket karibin wesayîtan hilberînin.

Şîrketên wesayîtan ên ku di bernameyên li ser rêjeya belavkirina gaza ji egzozê de hîleyan bikin, wê bi cezayekî gelekî giran werin cezakirin.

Li gorî pêşnûmeya Komîsyona Ewropayê, ku hate qebûlkirin, eger hîle di belavkirina egzozê de were kirin wê 'serê her wesayîtê 30 hezar Euro' cza bê birîn. Ev yek jî tê wê wateyê, ku şîrket wê li gorî bihayê hilberîn û firotinê, bi cezayekî gelekî giran bên cezakirin.

Tê payîn, testên ku Yekîtiya Ewropayê nû bînin, di dawiya vê salê de bikevin meriyetê.