Xwişka Xamneyî li ber desthilata birayê xwe rabû

Xwişka Rêberê Komara Îslamî ya rejîma Îranê Elî Xamneyî Bedrî Hisên Xamneyî rexneyên tund li birayê xwe girt û xwe ji desthilata birayê xwe da alî û bang li hêzên dewletê kir ku dest ji çekê berdin, cih li gel xelkê bigirin.

Xwişka Rêberê Komara Îslamî ya rejîma Îranê Elî Xamneyî Bedrî Hisên Xamneyî ku hevjîana ‘Elî Tehranî’ ku kesayeteke ayînî yê rexnegir ê komara Îslamî ye li ser êşa dayika ku zarokê xwe winda kiribû gotibû: ”Sersaxî û hevxemiya xwe ji bo hemû dayikên ku ji ber tewanên Komara Îslamî ji serdema Xumeynî bigire heta serdema Xelîfeyê dîktator Elî Xamneyî li dest dane pêşkêş dikim.”

Keça Bedrî Xamneyî Ferîde Muradxanî hefteya borî ji aliyê dadgeha şoreşê ve bang li wê hate kirin, hatibû destgîrkirin. Ferîde berî bê destgîrkirin bang civaka cîhanî kiribû ku têkiliyên xwe li gel dewleta Îranê qût bikin.

Bedrî Xamneyî diyar dike ku birayê wê guh li dengê xelkê nabe, li gorî wî ew dengê heyî dengê xwefiroşên xelkê Îranê ye.”

Bedrî Xamneyî got berî niha çend caran wê xwestiye dengê mafxwazên xelkê bigihîne birayê xwe û got: “Piştre derket holê ku guh nade, dirêjî bi rêya Xumeynî dide. Wê xelkê serkut û bikuje. Têkiliyên me qût bûn ji hev. Rejîma Komara Îslamê ji dema Xumeynî heta Elî Xamneyî ji derveyî êş, serxwarî tiştek dî neda gelê Îranê. Hêvî û niyazên min serketina xelkê û rûxandina dîktatoriya desthilata Îranê ye.”

Her wiha Bedrî daxwaz ji pasdaran kir ku çekên xwe danin û biçin gel xelkê dengê xwe bilind bikin.