Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bênavber dewam dikin

Li gel domandina xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê hêzên dewletê li gelek deveran êrîşî çalakvanan dikin û dixwazin çalakiyan bidin sekinadin.

Xwepêşandanên xwedekarên zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li hember dewleta Îranê û serkutkirinê didomin.

Li Esfehanê çalakvan daketin qadan û li ser dîwar ‘Komara celad ez kabûsê te me’ nivîsandin. 

Li Merîwanên welatî di roja 3’yemîn a jiyana xwe ji dest dana Nesrîn Qadir de daketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan. 

Hemwext li gelek kolan û kuçeyên taxên Tehranê jî xwepêşandan hebûn û welatiyan li dijî Komara Îslamî ya Îranê dirûşim qîr kirin. Ji ber birîna xetên înternetê dîmenên çalakî û xwepêşandanan bi dest nakevin. 

Li bajarê Zahedan greva giştî hate ragihandin, deriyê dikan û bazaran nehate vekirin. 

Xwendekar li Zanîgeha Şerîf a Tehranê li hev kom bûn û nerazîbûnek girseyî nîşan da. 

Li ser dîwarê gelek mal û avahiyan Sine duh şev jinan dirûşmên serhildan û li dijî rejîmê nivîsandin. Her wiha greva mamoste û xwendekarên beşa zanistî ya pizîşkî ya Sine jî dewam dike. 

Li gelek zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedekar nerazîbûn nîşandan û neketin dersan. Her wiha li kuçe û kolanan jî nerazbûnên xurt hebûn. Çalakvanan li kuçe û kolanan agir dadan û hêzên dewletê jî bi guleyan êrîş bire ser wan.

227 parlementerên Îranê bi daxuyaniyek hevbeş xwepêşandan û nerazîbûnên gel wek ‘Dijberê xweda’ bi nav kirin û daxwaz ji desthilata dadwerî ya Îranê kirin cezayê bi darvekirinê li ser xwepêşanderên hatine girtin de bicih bîne.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 304 kes ku 41 ji wan zarok in, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

Dewleta Îranê jî bi deh hezaran kes destgîr kir, bi hezaran kes jî girt. Di nav wan de rojnamevan, parêzer, çalakvan, kesên navdar û parêzvanên mafên mirovan hene.

Agahî tên ku bi dehan çalakvan jî di rûniştinên çend deqîqeyan de cezayê darvekirinê li wan tê birîn.