Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li gel destwerdanê didomin

Xwepêşadanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li gel êrîş û destwerdana hêzên dewletê bênavber dewam dikin. Di encama êrîşa hêzên Îranê de xwendekar Nesrîn Qadir jiyana xwe ji dest da.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve destpê kir, her diçe belav dibin.

Di xwepêşandanan doh de xwendekara Zanko Nesrîn Qadir a xelkê Merîwanê ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.

Li Merîwanê bi şev şênî daketin qadan, li ser rê agir dadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. 

Li Taxa Hesen Axa ya Sine jî xwepêşandêr li kolanan bûn û agir dadan. 

Li Mihabadê xwepêşandan şevê jî hebûn û şêniyan dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin.

Dikandarên Seqizê jî ji bo piştgiriya bi xwepêşandanan deriyên dikanên xwe venekirin û bi vî rengî helwesta xwe ya li ber Komara Îslamî ya Îranê nîşan dan. 

Di serî de li paytext Tehran û gelek deverên din xwepêşandan dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê daxuyaniyek da û diyar kir ku 304 kes hatine qetilkirin. Li gorî daxuyaniyê 41 kes temenê wan jêrî 18 salî ye, 9 zarokên keç in, 3 jî Efganî ne. 

Rêxistinê diyar kir ku herî zêde li Sîstan, Belûçistan, Mazenderan, Tehran, Sine û Gîlanê mirov hatine kuştin.