Xwepêşandanên li Iraqê didomin: Herî kêm 18 kes mirin

Xwepêşandanên li Iraqê di roja sêyemîn de ne. Hikumetê derketina derve û xwepêşandan qedexe kir. Li gorî hin çavkaniyan di nava du rojan de herî kêm 18 kes mirin.

Xwepêşandanên ku li taxên El Halanî û Endulus ên li paytexta Iraq Bexdayê beriya sê rojan li dijî karên ne li rê, bêkarî û nebûna xizmetguzariyê dest pê kirin, di demeke kurt de li Zîkar, Necef, Kerbela, Kerkûk û gelek herêman belav bûn.

Li Bexda, Zîkar, Necef, Kerbela û deverên din di nava du rojan de hêzên ewlekariyê li dijî xwepêşandêran çek bi kar anîn û hin xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn.

DI NAVA DU ROJAN DE 18 KES MIRIN

Reutersê ragihand ku li du bajarên li başûrê Iraqê di şeva Çarşemê de di dema çalakiyên protestoyî de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan polîs e. Ji wan polîsek û 7 xwepêşandêr li bajarê Nasiriye, her wiha 4 kes jî li bajarê Amarayê jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku bi giştî di nava du rojan de di xwepêşandanên dijî hikumetê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku bi sedan kes birîndar bûne. AFP'ê jî agahiyên xwe spart çavkaniyên Wezareta Tenduristiyê û ragihand ku 18 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Çalakiyên protestoyî Çarşemê li Kerkûkê jî rû dan. Hate ragihandin ku li Kerkûkê rageşî rû nedaye.

Muqteda El Sadr jî piştevaniya xwepêşandanan kir ku beriya sê rojan li Bexdayê û herêmên Şîa dest pê kirin. Tê gotin, ji ber ku hikumeta Adil Abdulmehdî sozên dane pêk neanî, piştgiriyeke bi vî rengî ya Sadr ji bo xwepêşandanan rû daye.

ÎNTERNET HATE BIRÎN, REWŞA AWARTE HATE RAGIHANDIN

Ji ber ku xwepêşandêr xwe li medya civakî bi rêxistin dikin, li Iraqê medya civakî hate astengkirin. Kerkûk û Mexmûr jî di nav de li gelemperiya Iraqê şeva Çarşemê înternet hate birîn.

Xwepêşandanên ku beriya sê rojan dest pê kirin, Serokwezîrê Iraqê û hikumeta wî xiste nava liv û tevgerê. Serokwezîr Adil Abdulmehdî di roja duyemîn a çalakiyan de Konseya Ewlekariyê ya Iraqê kom kir. Wezîrê Parastinê yê Iraqê Necah Şemerî piştî civînê Rewşa Awarte ragihand. Di sibeha Pêncşemê de jî Abdulmehdî li Bexdayê û gelek bajarên din derketina derve qedexe kir.

GEL AMADEKARIYAN DIKE

Ji ber ku Rewşa Awarte hate ragihandin û xwepêşandan hatin qedexekirin, li Bexdayê û deverên din ên ku xwepêşandan lê hatin kirin gel niha bêdeng e. Lê belê tê gotin ku amadekarî tê kirin ku êvarê gel dakeve qadan û xwepêşandanan bike.