Xwendekar daketin kolanên Cezayîrê

Xwendekarên zanîngehê di serî de li paytexta Cezayîr û gelek navendên din bi dirûşmên ‘Desthilata dizan’ û ji bo alîgirên rejîma Serokkomarê Şoreşê Abdulazîz Bûteflîkan ‘Xiyanetkar’ daketin kolanan.

Bi hezaran xwendeka li navenda Paytexta Cezayîrê li pêşiya Postexaneya Mexin hatin ba hev. Çalakvan bê ku aloziyan derbixin benda polîsan derbas kirin, gihiştina pêşiya Meclîsa Gel a Neteweyî.

Xwendekaran ber bi avahiya Meclîsê ve dirûşmên ‘We welat talankir dizno’ dirûşim qîrkirin. Xwendekar li Cezayîrê li dijî rejîma Bûteflîka ji 22’yê Sibatê û vir ve her hefte roja Sêşemê li kolanan in.

Di hedefa xwendekaran de partiya desthilat jî hebûn. Ji bo Eniya Rizgariya Netewewyî ‘FLN, Xayîn’ dirûşim qîrkirin. Jiyana siyasî ya Cezayîrê ji serxwebûnê û vir ve di bin serwerriya Eniya Rizgariya Neteweyî (FLN) ve dihate birêvebirin. Xwendekar daxwaza ne dewletek leşkerî dewletek sivîl dikin.