Xirvatistan daxilê Herêma Eûro û Schengenê bû

Xirvatistan ku welatekê Balkanê ye û endama Yekîtiya Ewropayê ye, eûro qebûl kir û tev li herêma gera bi serbestî ya Schengenê bû.

Xirvatistan êvara Yekşemê, terka pereyê xwe kûna kir û bû endama 20’emîn a Herêma Eûro. Xirvatistan bi sala nû re, bû dewleta 27’emîn ku tev li herêma gera bi serbestî ya Schengenê bû. Li herêma Schengenê zêdeyê 400 milyon kes bêyî ku rast li kontrola sînorê navxweyî bên, dikarin ger û geştê bikin.

Xirvatîstan ji Tîrmeha sala 2013’an heta bi niha endama Yekîtiya Ewropayê ye, sala 1991’ê ji Yûgoslavyayê veqetiya.

Serokên Xirvat destnîşan dikir ku ketina nav Herêma Eûro û herêma Schengenê, ji xêra 3,9 milyon welatiyan re ye. Li gor pisporan bi qebûlkirina Eûro, wê aboriya Xirvatistanê ku aboriyeke ji aboriyên herî qels ên Yekîtiya Ewropayê ye, wê be parastin.

Seroka Bankeya Navendî ya Xirvatistanê Borîs Vûjcîc diyar kir ku berdana dest ji kûna ku ji sala 1994’an heta bi niha dihat bikaranîn “yekane polîtîkaya mentiqî“ ye.