Xebatkarên Wolkswagenê ji ber Rojava nerazîbûn nîşan dan

Du sendîkayên mezin ên ku xebatkarên koma Wolkswagenê temsîl dikin, diyar kirin ku heta dagirkeriya Tirkan bidome wê nehêlin ku şîrket li Tirkiyeyê fabrîkeyeke nû vekin.

Sendîkayên Wolskwagenê diyar kirin ku heta dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Rojava bidome, wê nehêlin ku ev şîrket li Tirkiyeyê fabrîkeyekê veke.

Serokê komîteya şîrketa VW û endamê konseya venihêrînê ya şîrketê Bernd Osterloh, ji rojnameya Bloombergê re got ku “Divê ez eşkere bibêjim ku heta li Tirkiyeyê metodên leşkerî û hedefên bi darê zorê yên siyasî hebin, wê nûnerên karkeran hemû dengdanan veto bikin.”

Ji ber nerazîbûna li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê Wolkswagenê diyar kiribû ku wan plana xwe ya sazkirina fabrîkeyeke nû ya li Tirkiyeyê dane sekinandin.

Şîrketê wê li Manîsayê ev fabrîke vekira. Armanca fabrîkeyê ev bû ku salê 300 hezar wesayît çêkira û ji ser Tirkiyeyê têketa nav bazara Rojhilata Navîn.

Sendîkayên ku nûnerên karkeran VW’ê ye, di gelek biryarên stratejîk de bandoreke wan a zêde heye. Di destê nûneran de mafê vetokirinê heye.