Xamaney: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin plana hevpar a DYE û Îsraîlê bû

Lîderê olî yê Îranê Xamaney bûyerên li Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin plana hevpar a DYE û Îsraîlê bû. Xamaney bêyî ku navê wê bilêv bike bal kişand ser rola dewleta Tirk.

DAXUYANIYA XAMANEY A TÊKILDARÎ SÛRIYEYÊ

Piştî hilweşandina rejîma Esad a li Sûriyeyê, lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Xamaney rojev nirxand. Xamaney bal kişand ser hilweşandina rejîma Esad û anî ziman ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin ji aliyê Emerîka û Îsraîlê ve hatine plankirin.

BÊYÎ KU NAV BIDE BAL KIŞAND SER TIRKIYEYÊ

Xamaney bêyî ku nav bide bal kişand ser Tirkiyeyê û got, "Belê hikumeta cîranê Sûriyeyê li vê qadê roleke eşkere lîst û hîn jî dilîze. Her kes dikare vê bibîne, lê belê faktorê esasî odeya kontrolê ya komploger a li Emerîkayê ye."

Xamaney îdîa kir ku delîl hene ku nîşan didin, bûyerên li Sûriyeyê diqewimin plana hevpar a Îsraîl û DYE'yê ye.

Xamaney diyar kir ku wê li ber xwe bidin û got, "Hûn çiqasî zextê li ser berxwedanê bikin, berxwedan wê ewqasî xurt bibe. Yên ku havênê berxwedanê nizanin ji wan heye ku Îran wê lawaz bibe."