WWF: 44 salên dawî %60 ê heywanên kovî qelihîn

Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) diyar kir ku ji ber zext û zora mirovan, van 44 salên dawî 60 ji sedî yê heywanên kovî qelihîne.

WWF'ê bi sernavê "Gerstêrka jîndar" raporek weşand û bal kişand ser heywanên kovî yên guhandar, çûk, masî, marîjok û amfîbyenan ên di navbera salên 1974 û 2014'an de qelihîn.

Rapor tevî Civata Zoolojiyê ya Londonê hate amadekirin û 16 hezar û 700 heywan (4 hezar celeb) hatin şopandin.

Midûrê WWF'ê Marco Lambertînî got, "Parastina xwezayê ne tenê parastina piling, panda û balînayên ku li ber çavê me hêja ne. Wateyeke xwe ya mezintir heye: avhewayeke bê îstiqrar, okyanûsên têkçûyî, axa xerabûyî, daristanên valabûyî û gerstêrkeke ku ji cihêrengiya biyo mehrûm hatiye hiştin. Li gerstêrkeke wiha mirov nabin xwedî paşerojeke çê."

Rewşa li Karabîk/Başûrê Amerîkayê hê metirsîdar e. Li van her du herêman, 44 salên dawî 89 ji sedî yê heywanên kovî qelihîn. Li Bakurê Amerîka û Groenlandê jî 23 ji sedî qelihîn. Li Ewropa, Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn, ev rêje 31 ji sedî ye.

Lambertînî got, di mijara CO2 de divê ew tavilê derbasî nava civakeke notr bibin û diyar kir, ji bo rewşa heyî ya xwezayê bê guhertin/sererastkirin, divê enerjiya paqij bê hilberîn, hilberîna çandinî bê xurtkirin û ax û okyanûs bi têrkerî werin restorekirin.