WSJ: Trump wê dawî li miafbûna pola û bafûnê ya YE’yê bîne

Hate gotin Serokê DYA’yê Donald Trump wê dawî li wê rewşa miefbûna baca ser bafûn û pola ya welatên YE’yê bîne.

Li gorî nûçeyeke Wall Street Journal (WSJ) sibe dema miefbûna baca îthalatê ya li ser pola û bafûn a welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) diqede û ev dem wê careke din neyê dirêjkirin. Rojnameyê ev nûçeya sparta jêderên ku ji nêz ve xebata rêveberiya Trump a li ser bafûn û pola dişopînin.

Li gorî vê, maweya miefbûna ji bacê ya ku îro wê dema wê biqede careke dî ji hêla Trump ve wê neyê dirêjkirin.

Komîsera ji bazirganiyê berpirs a Komîsyona YE’yê Cecîlîa Malstrom jî gotibûn îhtîmaleke pir kêm e ku DYA vê miefbûnê bidomîne.

Serokê DYA’yê Trump ji bilî hin rewşan 25 ji 100î bac aanîbû ser berhemên pola ku welatê wî îthal dike û her wiha 10 ji 100’i baca zêde anîbû ser berhemên bafûn. Trump bi vê armanc dikir ku pêdiviya pola û bafûn a welêt bêhtir li ser şîrketên Amerîkî were bicihanîn.