WHO’yê hişyarî da ku li Xezzeyê enfeksiyona giran heye

Rêveberê Giştî ê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Ghebreyesus hişyarî da ku piraniya gelê Xezzeyê li sitareyên zêde qerebalix dijîn û enfeksiyon zêde dibin.

Ghebreyesus li ser hesaba X du peyam weşandin ku dibêje;  zêdetirî nîvê gelê Xezzeyê di sitareyan de dijîn ku ev hejmar teqabilî 1,3 milyon mirovî ye.

Ghebreyesusî di peyamên xwe de anî ziman ku ji ber sitareyên qerebalix, kêmasîya av, xwarin û dermanan û kêmasiya xizmetên kanalîzasyon û gemarê li Xezzeyê enfeksiyon zêde dibin.

 Li gorî serokê WHO’yê li Xezzyê nêzîkî 111 hezar weqayên enfeksiyona bêhnê û nêzîkî  80 hezar weqayên enfeksiyona giran a mîdeyê û enfeksiyonên din ên wekî zerikê hatine dîtin û bal kişand li ser metirsiya zêdebûna rîska şewbê jî.

 Her wiha Ghebreyesus dubare kir ku ew di mijara dabînkirina xizmetên tenduristiyê de ya ji bo hemû Filistîniyan bibiryar in û got: ‘’Ev yek ji bo sivîlan meseleya man û nemanê ye.’’  Ghebreyesus herî dawî banga agirbestê kir.