WHO: Metirsî heye ku korona belavî tevahî cîhanê bibe

Rêxistina Tendurstiyê ya Cîhanê (WHO) ya NY’yê, hişyariya da metirsî heye dibe ku vîrûsa korona belavî tevahî cîhanê bibe.

WHO bang kir ku divê cîhan amade be ji bevavbûna vê vîrûsê ya tevahî cîhanê re.  Li gorî daxuyaniya ji aliyê Midûrê Giştî yê WHO’yê ve hate kirin diyar kir ku bûyerên ji nişkave yên nû ku li Îtalya, Koreya Başûr û Îranê  weke ‘fikarên pir metirsîdar in’ pênase kir. WHO hişyariya dibe belavî tevahî cîhanê bibe da, ragihand ku divê cîhan ji vê re xwe amade bike.

 Midûrê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesûs di civîna çapemeniyê ya li Cevevreyê de got: Di demekê de ku ji aliyekî ve ji bo pêşîgirtina şewba vîrûsê xebatek zêde têkirin, ji aliyê din ve jî ji bo ev şewb belavî tevahî cîhanê nebe, tişta ji destê me bên em dikin.”

LI ÇÎNÊ NÊZÎ 2 HEZAR Û 500 KESÎ MIRINE

Vîrûsa Korona Covîd-19 di meha Kanûnê de li bajarê Wûhan a Çînê peyda bû. Li Çînê li gorî bîlançoya dawî 2 hezar û 442 kes mirine. Li Çînê 77 hezar kes bi vê vîrûsê ketine. Çînê xwarina lawirên biyanî û bazirganiya wê qedexe kir.

LI ÎTLAYA 6 KES MIRIN.

Vîrûsa Koronayê ji derveyî Çînê belavî 26 welat û herêman bûye. Li Ewropayê tenê li Îtalyayê 219 weqa hatine tesbîtkirin, 6 kes mirine, 11 jî di karantînayê de ye.

FRANSA XWE JI BO ŞEWBÊ AMADE DIKE

Wezîrê Tenduristiyê ya Fransa Olîvîer Veran destnîşan kir ku Fransa rewşa li Îtalyayê ji nêzîk ve dişopîne, ji bo belavbûna şewbê xwe amade dike.

LI ÎRANÊ ÎDÎAYA MIRINA BI DEHAN KESÎ

Li Îranê têkildarî hejmara mirî û bûyerên vîrûsê hejmarên cihê tên dayîn. Gelek kes li gel wê yekê ne ku hikûmet rastiyê vedişêrin. Li gorî ajansa nûçeyan a Îlna, Parlementerê Kûm Ahmed Amîrabadî Farahanî diyarkiriye ku tenê li wî bajarî 50 kes mirine. Li gorî daneyên fermî li welat 12 kes mirine.