WHO ji zêdebûna nexweşiyên bêhnê yên li Çînê fikar e

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku ew ji ber zêdebûna nexweşiyên bêhnê yên li Çînê bi fikar in û ji rayedarên Çînê der barê mijarê de agahiyên berfireh xwestin û bang li gel kir ku xwe baştir biparêzin.

Rêxistina girêdayî Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê di daxuyaniyekê de got: "WHO li ser zêdebûna nexweşiyên bêhnê û pişikê yên zarokan de bi awayekî fermî ji Çînê agahî xwest.”

Rêxistina Cenevreyê ji gel daxwaza kir ku tedbîrên kêmkirina metirsiya nexweşiya bêhnê bişopînin.

Ev tedbîrên ku jixwe di dema derketina Covid-19 û bi gelemperî ji bo nexweşiyên belav dibin de têne pêşniyar kirin û hat gotin ku heke nîşaneyên nexweşiyan peyda bibe, divê xwe tecrîd bikin û hewce bike maskek bi kar bînin.

Rayedarên Çînê di daxuyaniya 13’ê Mijdarê dabûn de sedema zêdebûna nexweşiyên bêhnê bi rakirina qedexeyên tenduristiyê yên Covidê ve girê dan.

WHO’yê rexne li rayedarên Çînê kir ku di lêpirsîna nexweşiya Civîdê di sala 2019’an de hat dîtin bi zelalî tevnegeriyane û hê jî negihiştine encamekê.