Wezîrên Erîvan û Bakuyê li Berlînê li ser ‘aştiyê’ nîqaş dikin

Wezîrên Karên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê piştî dagirkirina Qerebaxê, ji bo ‘aştiyê’, li Berlînê li hev civiyan.

Hevdîtinên aştiyê bi navbeynkariya Elmanyayê wê heta roja Pêncşemê bidome. Hevdîtin li avahiya dîplomatîk a Elman Vîlla Borsîg ku li taxên derveyî Berlînê ye, pêk tên.

Wezîrên karên derve yên Ermenî û Azerî Ararat Mîrzoyan û Ceyhûn Bayramov wê ji aliyê hemrayedarên xwe ya Elman Annalena Baerbock ve bên pêşwazîkirin.

Baerbock wê bi her du wezîran re hevdîtina du kesî pêk bîne û piştre wê civîneke sê alî bê lidarxistin.

17’ê Sibatê li Munîhê di navbera Serokwezîrê Ermenistan Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycan Îlham Alîyev de hevdîtinek hatibû kirin. Di wê hevdîtinê de biryara vê civînê hatibû dayîn.

Ji bo kontrola herêma Qerebaxa Çiyayî di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de di sala 1990 û 2020’an de du caran şer qewimî. Herî dawî di Îlona 2023’yan de Azerbaycan bi operasyonekê tevahiya Qerebaxê dagir kir.

HETA NIHA TI ENCAM JI MUZAKEREYAN NEHATIYE WERGIRTIN

Qasî çend mehan bi armanca peymaneke aştiyê di bin sîwana Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekîtiya Emerîkayê de çend tur muzakere hatin kirin, lê heta niha encamek jê nehatiye wergirtin.

Li herêmên li ser sînor bê navber şer diqewime. Piştî dagirkirina Qerebaxa Çiyayî nêzî 100 hezar Ermenî ji herêmê reviyan û çûn Ermenistanê.