Wezîrê şer ê DAIŞ’ê li Sûriyeyê hate kuştin.

Hat ragihandin ku yek ji kesê sereke yê DAIŞ’ê Ebû Mûsab Al-Masrî li bejahiya Helebê hatiye kuştin.

Hat ragihandin ku yek ji kesê sereke yê çeteyên DAIŞ’ê Ebû Mûsab Al-Masrî li bejahiya Helebê hat kuştin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Sûriyeyê Al Masrî yê ku di nav çeteyan de, wezîrê şer e û di nav rêxistinê de 4’emîn kesê rayedar e, di operasyonên rojhilatê Helebê de hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Sûriyeyê ligel Al-Masrî 13 çeteyên din jî hatine kuştin.

Rayedarekî artêşa Sûriyeyê di ajansa Reûtersê re axivî û diyar kir ku Al-Masrî di 10’ê Gulanê de hatiye kuştin.

Pisporê DAIŞ’ê Hîşam al-Haşîmî diyar kir ku kuştina Al-Masrî derbeyeke mezin e li ser DAIŞ’ê.

Ebû Omer el Şîşhanî yê ku beriya Al-Masrî wezîrê şer ê DAIŞ’ê bû sala par di operasyona hewayî ya DYA’yê de hatibû kuştin. DAIŞ’ê jî ragihandibû ku Şîşhanî di operasyonên başûrê Misûlê de hatiye kuştin.