Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê: Em ê sîstma S-400 li baregeha Lazkiyeyê bicih bikin

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû da xuyakirin, ku piştî xistina balafira Rûs li Sûriyeyê, wan biryar dane ku li baregeha hewayî ya Hmeymîm a li Lazkiyeyê, sîstema parastina hewayê ya S-400 bi cih bikin.

Şoygû di civîna civata giştî ya li Wezareta Parastinê axivî. Civîn bi çalakiya bêdeng a yek deqeyê destpê kir. Şoygû di axaftina vekirinê ya civînê de got, "Hevalên me yên ku ji bo tinekirina navendên terorîstan ên li Sûriyeyê wezîfeya xwe bi cih anîn, mirin."

Li aliyê din Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Fransayê Alexandre Orlov da xuyakirin ku yek ji pîlotên balafira şer a Rûs a hat xistin, li cem artêşa Sûriyeyê ye.

Alîkarê Serokê Konseya Federasyona Rûsyayê Îlyas Ûmahanov jî anî ziman ku eger pêwîstî pê hebe wê Rûsya karibe Sefîrê xwe yê Bilind ê li Enqereyê vekişîne. Ûmahanov got, "Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê mijara vekişandina sefîrê xwe yê bilind nîqaş dike. Tevî ku ev gav wê were wateya qutbûna têkiliyên dîplomatîk."