Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi Wezîrê karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re li Hewlêrê hevdîtin kirin

Di hevdîtinê de rê û rêbazên piştgiriya bi ewlekarî û çareseriya siyasî ya li herêmê, pêşvebirina diyaloga navbera aliyên Sûriyeyê û rola Fransayê ya ji bo piştgiriya bi hewldanên çareseriya siyasî hate nirxandin.

Fransayê beriya niha ragihandibû ku ew piştgiriyê didin peymana navbera QSD'ê û hikumeta Şamê û ev yek weke gavek ber bi çareseriya siyasî ya ewlekirina mafên hemû pêkhateyan û yekîtiya Sûriyeyê pênase kiribû.