Şerê Xezeyê: Berlîn, Parîs û Londonê banga rakirina dorpêçê kirin
Fransa, Elmanya û Brîtanyayê bang li Îsraîlê kirin ku dorpêça li Filîstînê ya ku welatiyên sivîl bi rîska ‘’birçîbûn, nexweşî û mirinê’’ re rû bi rû dihêle, rake.
Fransa, Elmanya û Brîtanyayê bang li Îsraîlê kirin ku dorpêça li Filîstînê ya ku welatiyên sivîl bi rîska ‘’birçîbûn, nexweşî û mirinê’’ re rû bi rû dihêle, rake.
Wezîrên Karên Derve yên her sê welatan daxuyaniyeke hevpar dan û bang li Îsraîlê kirin ku ji bo dabînkirina pêdiviyên hemû sivîlan divê tavilê li Xezeyê rêyeke alikariya mirovî veke.
Her wiha Parastina Sivîl a Filistînê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê yên sibeha Çarşemê de li Şerîda Xezeyê herî kêm 17 kes hatine kuştin û hin cenazeyên hin mirovan hîn jî di binê xirbeyan de ne.
Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan 40 amûrên teknolojîk ên bi armanca êrîşên terorî hatine bikaranîn, îmha kirine.
Îsraîl îdîa dike ku Hamas van amûran bi armanca ‘’bicihkirina teqemeniyan, kolandina tunelan, birîna têlên ewlehiyê û peydakirina çek û techîzatên leşkerî yên di bin xirbeyan de’’ bi kar tîne.