Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Mattîs îstifa kir

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Jîm Mattîs diyar kir ku wî û Serokê Emerîkayê Donald Trûmp li hev nekirine û îstifa kir.

Nameya ku Jîm Mattîs ji Serokê DYE'yê Donald Trûmp re nivîsî, ji aliyê Pentagonê ve hate weşandin.

Mattîs got, "Mafê we ye ku hûn xwedî Wezîrekî Parastinê bin ku nêrînên wî û di hin mijarên din de hîn bêhtir nêzî nêrînên we be. Ji ber vê yekê, bi dîtina min a herî rast ji bo min; vekişîne."

Îstifaya Mattîs piştî biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a vekişîna ji Sûriyeyê pêk hat. Wezîrê Parastinê Mattîs li dijî vekişîna ji Sûriyeyê bû.

Rayedarekî payebilind ê Qesra Spî ji Reutersê re ragihand ku Trûmp û Mattîs roja Pêncşemê li hev rûniştine û li ser hin mijaran li hev nekirine.

Beriya ku Mattîs îstifaya xwe eşkere bike, Trûmp bi rêya Twîtterê ragihandibû ku wê Mattîs dawiya meha Sibatê dest ji wezîfeya xwe berde û wê wezîrekî nû li şûna wî tayîn bike.

Mattîs sala 2016'an ji bo Pentagonê hatibû wezîfedarkirin. Sala 1991'ê di dema Şerê Kendavê de fermandarê tabûrekê bû. Sala 2001'ê li Afganîstanê fermandarê hêzên taybet bû. Sala 2003'an di dema dagirkirina Iraqê de bi rola diyarker rabû û di şerê Fellûceyê de fermandarê leşkerên peya yên deryayê bû.

Mattîs ku sala 2013'an wezîfeya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) bi cih anî, polîtîkayên Serokê wê demê Barack Obama yên li ser Rojhilata Navîn li pêşiya raya giştî bi rengekî vekirî rexne kiribû. Rexneyên herî giran ên Mattîs li ser Îranê bû. Mattîs, Îran weke metirsiya herî mayinde ya li Rojhilata Navîn bi nav dikir.