Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi rêveberên Iraqî re rûnişt

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan serdana Bexdayê kir û bi rêveberên Iraqî re rûnişt.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan, piştî hevdîtina bi wezîrên karên derve yên Îran û DYE'yê, serdana Bexdayê kir.

Le Drîan bi Serokwezîrê Iraqê Adil Abdul Mehdî re rûnişt.

Le Drîan beriya serdana Iraqê roja Yekşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, şerê li Sûriyeyê hîn neqediya ye û yên dibêjin çeteyên DAÎŞ'ê qediyane, şaş in.

Le Drîan diyar kir, Fransa wê niha dest ji şerê li Sûriyeyê û Iraqê bernede û got, "Fransa li Iraqê heye, li nava koalîsyona navneteweyî jî heye. Koalîsyon, ji bo biryarê li ser dewamkirina çalakiyê bide wê meha Sibatê li Washîngtonê li hev bicive." Le Drîan got, "Ji bo niha em li vir in, em ê li vir bimînin."