Wezîrê ji Îranê: Di meha Mijdarê de 225 kes di çalakiyan de mirin

Wezîrê Karê Navxweyî yê Îranê Abdulreza Rahmanî Fazlî diyar kir ku di Mijdara 2019’an de di serhildanê de ya li dijî bihakirina benzînê dibe ku 225 kes mirine.

Çalakiyên protestoyê yên ji ber bihakirina benzînê bi qasî hefteyekê domiya. Çalakî li temamî welat belav bû, hikumeta Îranê jî diyar kiribû, dibe ku çend kes mirine.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe de diyar kiribû ku di çalakiyan de 10 jin, 23 zarok û bi giştî 304 kes hatine kuştin. Çavkaniyên mûxalif jî diyar kiribû ku 1500 kes mirine û lîsteya navê 704 kesan diyar kiribû.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê Wezîrê Karê Navxweyî Abdulreza Rahmanî Fazlî roja Yekşemê daxuyanî daye û diyar kiriye ku 200-225 kes di dema bûyerên şîddetê de mirine.

Wezîrê Karê Navxweyî diyar kir ku bihakirina benzînê ji bo kaosekê nabe hincet. Wezîr îddîa kir ku di wan deman de çeteyên DAÎŞ’ê li ser înternetê dersên leşkerî dane û ji ber wê jî wan înternet qut kirine.