Wezîrê Elman ji bo Sîemensê çû Tirkiyeyê

Wezîrê Aboriyê yê Elman Altmaîer ku hefteya bihurî serdana Enqereyê kir, eşkere bû ku di rojeva wî de îhaleyên bikevin destê Sîemensê hebûn. Sîemensê karê nûkirina sîstema enerjiyê ya Stenbolê ku buhayê wê 1,5 milyar Euro ye, stend.

Krîz û aloziya salên dawî ya navbera rejîma Erdogan û hikumeta federal a Elman a bi serokwezaretiya Angela Merkel ji holê radibe. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dawiya meha Îlonê serdana paytext Berlînê kiribû û her du aliyan di dema hevdîtinê de gelek caran gotin, 'Serdemeke nû dest pê kiriye'.

'Serdema nû' ya navbera Berlîn-Enqereyê, bêguman kûrkirina hevkariya siyasî, aborî û leşkerî ye. Wezîrê Aborî û Enerjiyê yê Elmanyayê Peter Altmaîer hefteya bihurî serdana Enqereyê kiribû û gavên ji bo qada aboriyê avêtibû. Altmaîer bi heyeteke qelebalix serdana Enqereyê kir û du rojan danûstandin lê kir. Bêguman tercîhkirina Altmaîer tiştekî rasthatî nîne.

Altmaîer yek ji wan kesan e ku nêzî Serokwezîr Merkel e. Her wiha dema ku di navbera Berlîn û Enqereyê de alozî hebû, gelek caran pesnê dewleta Tirk dida û hewl dida tansiyonê daxîne. Altmaîer bi Wezîrê Xezîne û Maliyeyê yê rejîma Erdogan Berat Albayrak re rûnişt. Eşkere bû ku di çenteyê Altmaîer de îhaleyên ji bo şîrketa teknolojiyê ya Elman Sîemensê hebûn.

SÎEMENSÊ ÎHALEYEKE DIN A MEZIN BI DEST XIST

Piştî hevdîtinên du rojan ên Altmaîer, malpera înternetê "energate" ku nûçeyên li ser enerjiyê diweşîne, ragihand ku Sîemensê projeya modernîzekirina sîstema enerjiyê ya Stenbolê bi dest xistiye. Tê gotin ku buhayê projeyê 1,5 milyar Euro ye. Hate gotin ku bi qedandina projeyê re wê li Stenbolê ku bajarê herî qelebalix ê Tirkiyeyê, teserûfeke mezin di enerjiyê de were kirin.

Li gorî agahiyan, her du aliyan li hev kirine ku eger Sîemens di vê projeyê de bi ser bikeve, wê li herêmên din ên Tirkiyeyê jî heman karî bike. Ji xwe Altmaîer piştî danûstandinên xwe yên li Tirkiyeyê gotibû, "Têkiliyeke baş a bi Tirkiyeyê re bi kêrî Elmanyayê tê."

Balkêş e ku Sîemens vê sala dawî îhaleyên mezin ji dewleta Tirk digire. Sîemensê par îhaleya qadên çavkaniya enerjiya dikare bê nûkirin ku yekemîn enerjiya ba a Tirkiyeyê ye, bi konsorsiyûma Tirk-Kalyon qezenç kiribû. Konsorsiyûm wê bi buhayê zêdeyî milyarek dolarî razemeniyê li tesîsa ba bike. Meha Nîsanê jî, Rêyên Hesinî yên Dewletê yên Komara Tirkiyeyê (TCDD) ji bo kirîna trena bi lez a ji 1 milyar û 700 milyonî, bi Sîemensê re peyman îmze kiribû.