Wezîrê Edaletê ji Trûmp re got: Dadgerî serbixwe ye!

Serokê DYA'yê Donald Trûmp li ser pêvajoya ezilkirin ku tê payin dest pê bike, hişyarî da. Lê Wezîrê Edaletê ku ji aliyê wî bi xwe ve hate wezîfedarkirin, bi gotina 'dest li dadgeriyê nayê werdan' li ber van hişyariyan rabû.

Donalld Trûmp li ser pêvajoya ezilkirinê hişyarî dabû ku piştî mehkûmiyeta şefê berê yê kampanya wî Paûl Manafort ketibû rojevê. Trûmp, Wezîrê Edaletê Jeff Sessîons sûcdar kiribû ku dike nake nikare wezaretê kontrol bike. Trûmp ji Sessîons xwestibû ku lêpirsîna dozgerê xwedî erka taybet robert Mueller rawestîne.

Wezîrê Edaletê Sessîons bersiv da Serokê DYA'yê. Sessîons işaret bi pîvana cudahiya navbera hêzan a li DYA'yê kir û got, dadgerî serbixwe ye. Daxuyaniya nivîskî ji aliyê berdevkê Sessîons ve hate weşandin û hate destnîşankirin ku wê destûr neyê dayin armancên siyasî bandorê li karê wezaretê bikin.

Tê gotin ku Wezîrê Edaletê bi rêya vê daxuyaniya xwe bi awayekî vekirî helwest li dijî Trûmp nîşan daye.