Wezîrê Ahengiyê yê Macron kete ber lêpirsînê

Wezîrê Ahengiyê yê Fransayê Rîchard Ferrand, bi sedema ku beriya ku bibe wezîr gendelî kiriye kete ber lêpirsînê.

Rojnameya qerfê Le Canard enchaînê derxiste holê ku Ferrand ê wekîl dema ku li ser şîrketa ‘’Mutuelles de Bretagne’ bûye gendekî kiriye.

Li gorî rojnameyê Ferrand ji bo peymaneke emlakê ji bo berjwendiya şîrketa xwe kêferat kiriye.

Bi roja ne ku ev nîqaş dom dikir, Ferrand ji bo ku li ser karê xwe yê wezîrtiyê bimîne, digot ti lêpirsîn li ser wî  nîn in û xwe diparast.

Piştî ku Dozgeriya Brestê pêş-lêpirsîn vekir ev hincet ji holê rabû.

Muxalefetê ev bi roja ne dixwest ku derbarê Ferrand lêpirsîn were vekirin.

Serokkomar Emmanuel Macron dema ku hatî ser kar di mijara zelaliyê de soz dabû.

Tê payin ku bi vê mebestê roja Pênşemê ji bo ku jiyana siyasî bi sinc bibe projeya qanûnê eşkere bike.

Lê piştî îdîayê gendeliyê yên li ser Ferrand jî Macron diyar kir ku ew pê bawer e û vê jî kir ku helwesta Macron bi xwe re şik û gumana bîne.

Hilbijartina giştî ya ku di meha Hezîranê de wê pêk were nêz dibe, tê payin ku bûyera gendeliyê bandora xwe li ser kampanyayê ya Macron bike.