Wezîrê Aborî û Darayî yê Îranê Kerbasiyan ji wezîfeyê hate girtin

Wezîrê Aborî û Darayî yê Îranê Mesûd Kerbasiyan bi dengdana li meclîsê ji wezîfeyê hate girtin.

Parlamenta Îranê ji ber krîza aborî ya li welêt û kêmbûna nirxê Tumenê Îranê li pêşberî dolar, îro danê sibehê li hev civiya.

Di civîna parlamentê de li ser pêşnûmeya pêbaweriyê ya der barê Wezîrê Aborî û Darayî yê Îranê Mesûd Kerbasiyan dengdan hate kirin. Di dengdanê de 121 parlamenteran nîşan dan ku ew bi Kerbasiyan piştrast in, 137 parlamenteran jî xwestin Kerbasiyan ji wezîfeyê bê girtin.

Di pêşnûmeyê de Kerbasiyan berpirsyar dihate dîtin ku krîza aboriyê ya li welêt nikare bi rê ve bibe, tedbîrên pêwîst negirtiye, zelalî û kontrola malî bi têrkerî pêk neaniye.

Pêşnûmeya li ser Kerbasiyan roja 19'ê Tebaxê bi îmzeya 33 parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hatibû kirin.

Wezîrê Kar ê Îranê Alî Rebîî jî 8'ê Tebaxê di dengdana parlamentê de ji wezîfeyê hatibû girtin.