Wezîr Darmanîn: Li dijî 'terorîzma Îslamî' em di şer de ne

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn diyar kir ku di nava sê salan de wan 32 êriş têk birine û diyar kir ku "Li dijî terorîzma Îslamî" ew di nava şer de ne.

Wezîrê Karên Hundir Darmanîn serdana Sînagoga Boûlogne-Bîllancoûrt kir û got, "Em li dijî terorîzma Îslamî di şer de ne û divê em di vî şerî de bi ser bikevin."

Ev daxuyanî piştî êrişa bi kêrê ya du roj berê hate dayin ku li ber avahiya berê ya rojnameya Charlîe Hebo hate kirin. Kesekî Pakistanî yê piştî êrişê hate destgîrkirin, diyar kir ku ji ber weşandina karîkatura pêxemberê Îslamê Mûhammed ew bi 'hêrs' bû, lewma êriş kir.

'DI NAVA 3 SALAN DE 32 ÊRIŞ HATIN TÊKBIRIN'

Darmanîn piştî serdana Sînagogê daxuyanî da û diyar kir ku di nava 3 salan de wan 32 êriş têk birin û sînagog jî di nav de wê ewlehiya gelek navendan zêde bikin. Darmanîn got, "Yahûdî di hedefa êrişan de ne" û wê ewlehiya 774 nuqteyan zêde bikin.

Êrişa ku roja Înê danê nîvro li Parîsê hate kirin, di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûbûn. Li kolana ku êriş lê bû, di 7'ê Çileya 2015'an de rojnameya Charlîe Hebdo bûbû hedef û 12 xebatkar hatibûn kuştin.