Wesayitên bi elektrîkê dixebitin, zêde dibin

Kêmbûna maliyeta wesayitên bi elektrîkê dixebitin, dibe sedem ku ev wesayit hîn bêhtir bên bikaranîn. Li Îtalyayê ev yek eşkere bû ku nepêkan nîne.

Yek ji çar parên emîsyona karbondîoksîtê (CO2) a ku li atmosferê belav dibe, ji ber wesayitan e. Du ji sê parên vê yekê jî ji ber wesayitên şexsî ne. Yek ji alternatîfên herî girîng ên kêmkirina emîsyona CO2, zêdekirina wesayitên bi elektrîkê dixebitin.

HÊZA AKUYÊ Û BUHAYÊ WESAYITAN ASTENG IN

Lê belê hîn jî du astengiyên mezin hene ku nahêlin wesayitên bi elektrîkê dixebitin derkevin pêşiya wesayitên bi sotemeniya fosîlê dixebitin. Yek ji wan pirsgirêkan ew e ku baterî yan jî akuya van wesayitan herî zêde têra 100 heta 500 kîlometreyî dike. Mînak, wesayitên bi cûreya Kia e-niro 64 kWH ku menzîla xwe 450 km ye, buhayên xwe derdora 45 hezar Euroyî ye, ku tenê mirovên xwedî hatineyeke baş dikarin bikirin.

'BI DEMÊ RE ERZANTIR DIBE'

Li Îtalyayê, wesayitên bi elektrîkê yên bi çapkirina sê alî ya demên dawî bi hevkariya X-Electrical Vehicle ya bi şîrketên Çînî re tê kirin, bi taybetî bi saya polîtîkaya buhayê, pêşketineke girîng tê dîtin. Buhayê van wesayitan derdora 8 hezar Euro ye û bi saya ektnolojiya çapa sê alî (3D), li gorî wesayitên konvansiyonel tên hilberandin, maliyeta wê heta 90 ji sedî kêm e. Tê gotin ku tenê ji bo wesayitên bi elektrîk ên li Ewropayê daxwaza 30 hezar wesayitan ji şîrketê hatiye kirin. Armanca şîrketê ew e ku vê hejmarê salane bigihîne 100 hezar wesayitî.

Wesayitên bi elektrîkê de bi taybetî li welatên Ewropayê zêde tên firotin. Li gorî sala 2019'an hema bêjin bi du qatî zêde bûye. Tê îdîakirin ku bi taybetî bi modelên nû yên Teslayê re ev yek zêde bûye.

Tevî wesayitên bi elektrîkê dixebitin, her wiha firotina wesayitên ku hem bi benzînê hem jî bi elektrîkê dixebitin û jê re hîbrît tê gotin, bi rêjeya 14 ji sedî zêde bû û gihîşt 174 hezar wesayitî. 

Wesayitên bi elektrîkê dixebitin 67 hezar jê li Hollandayê hatine firotin. Li Elmanyayê 63 hezar hatine firotin. Li Fransayê 42 hezar, li Qraliyeta Yekbûyî jî 38 hezar hatine firotin. Firotina wesayitên bi elektrîkê dixebitin li van welatan ji asta 30 ji sedî gihîşt 150 ji sedî.