Welatekî din jî kîsikên plastîk qedexe dike

Piştî Fransa û Îtalyayê, Awûstûryayê jî biryar da ku kîsikên plastîk qedexe bike.

Wezareta Tûrîzmê ya Awûstûryayê ku ji karên hawirdor, daristan, çandinî û tûrîzmê berpirsyar e, daxuyaniyek da û diyar kir ku kîsikên plastîk wê ji sala 2020'î û pê ve bi temamî qedexe bin.

Wezîr Elîsabeth Kostînger got, Awûstûrya wê piştî Fransa û Îtalyayê bibe welatê sêyemîn ku biryareke bi vî rengî ya berfireh girtiye.

Li gorî biryara wezaretê, wê kîsikên hîn qewîn bên çêkirin, ji ber ku karibin gelek caran bên bikaranîn.

Li Awûstûryayê ku nifûsa xwe 8,8 milyon e, tê gotin ku tenê li sektora xurekê salane 430 milyon kîsikên plastîk tên bikaranîn. Di encamê de salane bi 7 hezar tonî çopa plastîk derdikeve holê. Ev çopa plastîk jî bi giranî ji ber kîsikên plastîk ên zirav ên ji bo zebze û fêkiyan tên bikaranîn, pêk tê.