Welatiyên Nîjerê li dijî qanûna budçeyê rabûn ser piyan

Li paytexta Nîjerê Nîamayê, bi hezaran kes li dijî qanûna budçeyê ya sala 2019'an ku antî-sosyal tê binavkirin, daketin qadan.

Nêzî 4 hezar kes tevlî xwepêşandana roja Şemiyê ya li Nîameyê bûn. Çalakgeran dirûşma "Bijî civaka sivîl" qîriyan.

Xwepêşandêran li ber parlamentê mîtîngeke şermezarkirinê li dar xistin. Çalakgerê bi navê Nûhû Arzîka li mîtîngê axivî û got, "Têkoşîna me wê bi rengekî encamgir û bi biryar bidome."

Yek ji xwepêşandêran Dîorî Îbrahîm ji AFP'ê re axivî û got, "Divê em çalakiyên xwe bidomînin. Tedbîrên ne adîl di nava pêşnûme qanûna budçeya sala 2019'an de cih digirin."

Li bajarê Dosso yê li başûrê Nîjerê jî çalakiyeke bi heman rengî pêk hat.

Kolektîfa ji hin sendîka, mûxalefeta siyasî û civaka sivîl pêk tê, ji bo betalkirina qanûna budçeyê çalakiyên protestoyî organîze dike.

Kolektîf diyar dike ku bi qanûna budçeyê re baceke nû li ser gel tê ferzkirin û hikumet baca ji 30 milyon euroyî diyarî şîrketên telefonê dike.

Serokkomar Mahamadû Îssûfû meha Nîsanê daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku qanûna budçeyê ji daxwazên gelê Nîjerê re dibe bersiv û ji bo kesên li ber radibin jî gotibû, 'hindikahiyeke biçûk' in.