‘Welatên cîranê Lîbyayê divê hîn çalak bin’

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Le Drîan ku serdana Cezayîrê kir, ji welatên cîran xwest ku di mijara Lîbyayê de hîn bêhtir çalak bin. Cezayîrê jî ragihand ku ew ji navbeynkariyê re amade ye.

Ji bo dawî li şerê navbera Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbyayê ku Tirkiye bi çeteyên xwe piştgiriya wê dike û hêzên bi fermandariya Xelîfe Hefter, Fransa ji welatên cîran dixwaze ku bi roleke hîn çalak rabin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan ku serdana Cezayîrê kir, anî ziman ku ji bo aramiya Lîbyyaê welatên cîran dikarin bi roleke bingehîn tevbigerin. Le Drîan piştî hevdîtina bi Serokkomarê Cezayîrê Abdulmajîd Tebbûne daxuyaniyek da û got, “Welatên cîran, li gorî destwerdana hêzên derve ya li karên navxweyî dikarin bi roleke hîn aram rabin.” Le Drîan diyar kir ku di vê mijarê de wê serdana welatên cîranê Lîbyayê bike û destnîşan kir ku li Lîbyayê pirsgirêk bi rêbaza leşkerî çareser nabe.

Cezayîr jî xwe ji zerara şerê li Lîbyayê vedigire. Serokkomar Abdulmajîd Tebbûne dixwaze bi rola navbeynkariyê rabe û bi vî rengî welatê xwe li qada dîplomatîk a herêmî derxîne pêş.

Danûstandinên navbera hêzên li Lîbyayê şer dikin di meha Îlonê de ji nû ve dest pê kiribûn. Di çarçoveya danûstandinan de hevdîtinên bê wê destpêka Mijdarê li Tûnisê werin lidarxistin.