Wê Salih Muslum sibê derkeve pêşberî dadgehê

Hevserokê PYD’ê yê berê Salih Muslum duh li Pragê li ser daxwaza dewleta Tirkiyeyê hate binçavkirin. Tê payîn ku derkeve pêşberî dadgehê.

Hevserokê PYD’ê yê berê û rayedarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslum duh li Pragê li ser daxwaza dewleta Tirkiyeyê ji aliyê Înterpolê hatibû binçavkirin. Tê payîn ku Muslum sibê derkeve pêşberî dadgehê.

Di rûniştina sibê de ew ê têkildarî binçavkirina Muslum biryar were dayîn.

Wê dadgeha Muslum sibê saet di 11.00’an de li Pragûe Mûnîcîpal Coûrt (Městský soud v Praze) Spalena 2, 12000 were kirin.

Ji duh ve gelek Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriyê berê xwe didin Pragê. Ew ê gelek Kurdistanî û dostên wan rûniştina sibê bişopînin.