Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmeha 2023'an li Strasbourgê destpê kir, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî pêleke mezin a piştevaniyê ji bo vê pêngavê bilind bû.
Kampanya li Tirkiye û Bakurê Kuridstanê bi tevlîbûna tevgerên gel, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û girtiyên li zindanan mezin bû.
Kampanyaya li Ewropayê destpê kir di serî de li Amed, Wan û Şirnexê li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên rojavayî yên Tirkiyeyê weke Stenbol û Îzmîrê deng veda. Kampanya bi meş, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, nobed û çalakiyên çandî hate berfirehkirin û hate destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo ji bo aştiya Kurd-Tirk gelekî girîng e.
Vaye agahiyên berfireh ên li ser bûyerênn ji destpêka kampanyayê û vir ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qewimîn:
2023
10'Ê COTMEHA 2023
Platforma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li ber Opera Sureyya a Kadikoyê ya Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê.
KCD, DBP û TJA'yê li Sumerparkê ya li Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e."
Li bajarên weke Mêrdîn, Êlih, Riha û Edeneyê daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin; li Mêrdînê bi destwerdana polîsan re pênc kes hatin binçavkirin.
15'Ê COTMEHA 2023
DEM Partiyê ji bo danasîna kampanyayê li Amedê civÎna gel lidar xist. Di civîna li Sumerparkê de hate ragihandin ku tecrîdkirina Rêber Apo binpêkirina mafên mirovan e.
Li Wanê li Parka Mûsa Anter civîneke bi heman rengî hate lidarxistin; polîsan piştî civînê 3 kes binçavkirin.
23'Ê COTMEHA 2023
Komek ji 78 kesan ku ji rojnamevan, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîran pêk dihat, li saloneke li Taksîmê deklarasyona 'Banga aştiyê' weşand.
Di deklarasyonê de hate gotin, "Ji bo azadiya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê diyalog bê destpêkirin."
DEM Partî û TJA'yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgirî dan deklarasyonê. Li Parka Koşûyolû ya Amedê 200 kes li hev kom bûn.
3'Ê MIJDARA 2023
TJA'yê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Sumerparkê semînerek lidar xist. Paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo hate nîqaşkirin; zêdeyî 300 jin tevlî bûn.
Li Wan û Mêrdînê rêxistinên jinan bi semînerên bi heman rengî piştgirî dan kampanyayê.
18-19'Ê MIJDARA 2023
Di 18'ê Mijdarê de 'Meşa Gemlîkê' ji Amedê destpê kir. Bi deh hezaran kes bi dirûşma 'Bes e ji tecrîdê re, azadî ji Ocalan re' ber bi Gemlîkê ve meşiyan. Polîsan ji derketina Amedê bend danîn, 30 kes binçav kirin.
19'ê Mijdarê komên ji Marmara, Ege û Anatoliya Navîn hatin, ji Kadikoyê ber bi Gemlîkê ve meşiyan. Bi astengiya polîsan re 25 kes hatin binçavkirin.
27'Ê MIJDARA 2023
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo greva birçîbûnê dan destpêkirin. Grev bi giranî i girtîgehên il Amed, Wan, Şirnex, Xarpêt, Edene, Îzmîr û Enqereyê hate meşandin.
Xizmên girtiyan dest bi 'Nobeda Edaletê' kirin. Polîsan 10 kes binçav irin.
Li Wan, Edene, Mersîn, Stenbol û Îzmîrê çalakiyên nobedê hatin lidarxistin; li Wanê li Parka Mûsa Anter 8 kes hatin binçavkirin.
7-14'Ê KANÛNA 2023
Li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Îzmîr, Edene û Rihayê di çarçoveya 'Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan a navneteweyî' de berhemên Rêber Apo hatin xwendin. Li Sumerpark a Amedê 500 kes, li Wanê li Parka Mûsa Anter 300 kes li hev kom bûn.
Li Kadikoy a Stenbolê standa DEM Partiyê hate danîn, polîsan stand rakirin. 'Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan a navneteweyî' li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bû.
2024
1'Ê ÇILEYA 2024
TJA'yê li Sumerparkê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê' da destpêkirin. Çalakiyê salekê dewam kir.
Li Kadikoyê TJA û Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê forûma 'Jin, Jiyan, Azadî' lidar xistin.
Li Wan, Mêrdîn û Edeneyê 'Xwendinên Azadiyê' hate destpêkirin.
15-17'Ê ÇILEYA 2024
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li dijî tecrîdê ji bo sê rojan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li Parka Koşûyolûyê 200 ciwanan pankarta bi nivîsa 'Azadî ji Ocalan re' hildan û 12 kes hatin binçavkirin.
23-25'Ê ÇILEYA 2024
Rêxistina Stenbolê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li Kadikoyê greva birçîbûnê ya 3 rojan da destpêkirin.
DEM Partiyê ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê, 5 kes hatin binçavkirin.
15'Ê SIBATA 2024
Li Amed, Wan, Şirnex û ÊLihê di salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî de çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.
8'Ê ADARA 2024
Li Amed, Êlih, Wan, Mêrdîn, Îzmîr û Rihayê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi pêşengiya TJA'yê mîtîng hatin lidarxistin. Li Amedê li Qada Stasyonê 50 hezar, li Êlihê li Stadyûma Bajêr a 16'ê Gulanê 30 hezar jin li hev kmo bûn. Bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo hate destnîşankirin.
Li Kadikoyê 10 hezar jin bi pankarta bi nivîsa 'Azadî ji Ocalan re' meşiyan.
21'Ê ADARA 2024
Li Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Êlih, Riha, Agiriyê pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma 'Rabe dema azadî û serketinê ye' hate lidarxistin. Bi milyonan mirovî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
4'Ê NÎSANA 2024
Bi wesîleya rojbûna 75'emîn a Rêber Apo meşa 'Ji bo azadiyê ber bi Amarayê' hate lidarxistin. 20 hezar kes ji Xelfetiyê heta Amarayê meşiyan û peyama 'Azadiya fîzîkî ya Ocalan mifteya aştiyê ye' dan.
Di Festîvala 4'ê Nîsanê de peyama Rêber Apo ya ji bo ciwanan hate xwendin. Polîsan 10 kes binçav kirin.
DEM Partiyê li Sumerparkê daxuyaniyeke piştevaniyê da.
9'Ê TEBAXA 2024
Xizmên girtiyan di hefteya 16'an a çalakiyên 'Dawî li tecrîdê bînin' li ber Rêxisitna Navçeya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
13'Ê COTMEHA 2024
Mîtînga 'Azadî ji Ocalan re' ku DEM Partî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî da, li gel qedexeya walîtiyê jî li Qada Stasyonê hate lidarxistin.
17'Ê MIJDARA 2024
Li Êlihê mîtînga 'Azadî û Demokrasiyê' bi beşdariya 30 hezar kesî pêk hat.
23'Ê MIJDARA 2024
Rêber APo piştî 43 mehan karîbû biraziyê xwe Omer Ocalan bibîne. Peyama xwe jî bi vî rengî bû: 'Şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza pratîk û teorîk im ku pêvajoyê bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî."
Li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.
28'Ê KANÛNA 2024
Heyeta DEM Partiyê (Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan, Ahmet Turk) hevdîtina duyemîn bi Rêber Apo re kirin. Rêber Apo Meclîs weke zemîna çareseriyê nîşan da.
Li Sumerparkê civîna gel hate lidarxistin, peyama Rêber Apo hate nîqaşkirin.
16'Ê KANÛNA 2024
Meşa 'Azadî û Çareseriya Demokratîk' ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê kir. Polîsan 12 kes binçav kirin.
2025
17'Ê ÇILEYA 2025
Heyeta DEM Partiyê hevdîtina sêyemîn bi Rêber Apo re kir. Rêber Apo got, "Ez amade me ji bo aştî û demokrasiyê gavên pêwîst biavêjim."
Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê li Parka Mûsa Anter daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku wê bibe dengê peyama Rêber Apo.
27'Ê SIBATA 2025
'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ji aliyê DEM Partiyê ve hate eşkerekirin. Ahmet Turk (Kurdî), Pervîn Bûldan jî (Tirkî) xwend. Li ber avahiya bajêr a DEM Partiyê jin li hev kom bûn û piştgirî dan bangê.
Piştî vê bangê pêngav ji bo peyamên Rêber Apo bigihîne gelan bê navber dewam dike.