Hikûmeta Çekyayê got ‘eleqeya me bi girtina Muslim re nîne’ lê...

Wezîrê Karê Hindir yê Komara Çekyayê têkildarî binçavkirina hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim got ‘Ti eleqeya me pê nîne.’ Çalakiya protestoyê ya li Pragê didome.

Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim li Pragê bi daxwaza Tirkiyeyê hatibû binçavkirin. Li dijî binçavkirinê li paytexta Komara Çekyayê çalakiyên protestoyî didomin. Di çalakiyê de ya ku li pêşiya Wezareta Karê Hindir pêk tê, Wezîrê Karê Hindir ji bo çalakgeran daxuyaniyek da.

Li gorî agahiyên ji organîzatorên çalakiyê hatine wergirtin, Wezîrê Karê Hindir Mîlan Chovanec piştrast kir ku binçavkirin li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye kirin.

Wezîrê Karê Hindir got ‘Eleqeya Wezareta Hindir bi vê binçavkirinê re nîne.’ Lê çalakger bi vê gotinê qanih nebûn û çalakiya protestoyê didomînin. Çalakger bi dirûşmeyên ‘Ji Salih Muslim re azadî’, ‘Terorîst Erdogan’ , ‘Kujerê Zarokan Erdogan’ û ‘Serokê DAIŞ’ê Erdogan’ bersiva wezîr dan.

Kurdistanî û dostên wan çalakiya li pêşiya wezareta karê hindir bi dawî kirin û tevî sermaya dijwar ber bi Wezareta Edaletê ve dimeşin.