Wê Misir ji Fransayê 30 balefirên şer bikire

Wê Misir ji Fransayê 30 balefirên şer ên Rafale bikire.

Misirê di sala 2015’an de jî ji Fransayê 24 balefirên şer ên Rafale kirîbû û bûbû yekemîn welatê biyanî ê ev balefir kiriye.

Çavkaniyekê agahî da AFP’ê û ev agahiya li ser kirîna balefiran piçek be jî piştrast kir.

Çavkaniyekî hikumeta Fransayê jî got ku “Bi Misirê re gelek nîqaş hatin kirin û dibe ku di demeke gelekî nêz de daxuyanî were dayîn.”

Li gorî agahiyên ku medyaya bi navê Dîsclose daye di navbera Misir û Fransayê de di 26’ê Nîsanê de peymaneke bi qasî 3,95 milyar eûro hatiye îmzekirin. Di vê peymanê de 30 balefirên şer û fuzeyên MBDA, Safran Electronîcs û Defenseyê hene.