Wê leşkerên Emerîkî li Polonyayê werin bicihkirin

Wezarera Parastinê ya Polonyayê diyar kir ku wê herî kêm hezar leşkerên Emerîkî û navendeke fermandariyê li Polonyayê were bicihkirin.

Wezîrê Parastrinê Marîûsz Baszcak ji radyoya Jedynkayê re axivî û got, “Wê herî kêm hezar leşker li welatê me were bicihkirin.”

Wezîr diyar kir ku wê fermandariyeke Emerîkayê jî were avakirin û got, “Ev fermandarî wê hemû hêzên li eniya rojhilat a NATO’yê bi rê ve bibe.”

Li gorî Blaszczak di navbera Varşova û Washîngtonê de muzakereyên ji bo deklarasyona hevkariyeke leşkerî bi dawî bûye. Wezîr got, “Di demên pêş de ji bo mayîndebûna hêzên Emerîkayê em ê bi Emerîkayiyan re peymanekê îmze bikin.”

Du roj beriya vê daxuyaniyê şefê Pentagonê Mark Esper diyar kiribû ku wê nêzî 12 hezar leşkerên Emerîkayê ji Elmanyayê were vekişandin.

Esper diyar kiribû ku li Elmanyayê 34500 leşkerên wan hene, wê 6400 leşkeran vekişînin Emerîkayê û 5600 leşkeran jî bişînin welatên din ên NATO’yê. Tê payîn ku 2 hezar leşker jî li Belçîka û Îtalyayê were bicihkirin.