Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Wê heta 24 saetan encama hilbijaratina li Iraqê were eşkerekirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê diyar kir ku wê heta 24 saeta encama hilbijartinê eşkere bikin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê têkildarî hilbijartina pêşwext ên Parlamentoya Iraqê duxuyanî da.

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê spasiya, Dadgeha Bilind a Fedaral, Komîsyona Ewlehiye, tevahiya xelkê Iraqê, rêxistinên navneteweyî, Yekîtiya Ewropa û çavdêrên navneteweyî kir û got “Wê di nava 2 saetan rêjeya tevlîbûna hilbijartinê û di nava 24 saetên bê de jî encama hilbijartinê were eşkerekirin.”