Washîngton firotina Patrîotan a ji bo Tirkiyeyê erê kir
Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, firotina 80 fuzeyên Patrîot û amûrên din ên leşkerî ya ji bo Tirkiyeyê erê kir.
Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, firotina 80 fuzeyên Patrîot û amûrên din ên leşkerî ya ji bo Tirkiyeyê erê kir.
Pentagon pişt agahdarkirina Kongreyê û şûnde daxuyaniyek da, ragihand ku Wezareta Karê Derve firotina fuzeyên Patrîot erê kiriye.
Lê ev prosudur, nayê wateya ku di necama lihevkirina di navbera Enqere û Washîngtonê de pêk hatiye.
DYA’yê di dawiya salê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ji bo Tirkiye li şûna sîstema parastinê ya hewayî ya S-400 ên Rûsya ji bo girtina sîstema Patrîotê dixwazin qane bikin.
Enqere sala 2017’an li gel Moskova peymana S-400 a bihayê 2,5 milyar dolar îmzekiribû.
Rasthatina biryara DYA ya di derbarê firotina Patrîot û daxuyaniyên vekişandina leşkerên Amerîka ya ji Sûriyeyê bal kişand.
Niha jî wê lihevkirinên li gel DYA’yê wê bandorek çawa li têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bike tên nîqaşkirin.