Washîngton: Bila Îran ‘îhtiyat’ û ‘qelsiyê’ tevlîhev neke!

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Qesra Spî John Bolton bal kişand ser vî tiştî ku divê Îran ‘îhtiyat’û ‘qelsiyê’ tevlîhev neke.

Bolton di serdana xwe ya Îsraîlê de daxuyanî da û got ku “Ne Îran û ne jî kesên din divê îhtiyat û pîvanên DYE’yê bi qelsiyê re tevlihev nekin.”

Bolton got ku “Hêzên me ji tevgerînê re amade ne” Beriya vê daxuyaniyê Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku roja Duşemê wê li hemberî Îranê dest bi zextên giran bike. Bolton diyar kir ku ev tiştên Trûmp qala wan dike, bi hefteyan e amadekariya wan tê kirin.

Serokwezîrê Îranê Benyamîn Netanyahû jî diyar kir ku ew ji ber zextên DYE’yê yên li ser Îranê kêfxweş in û got “Wê li ser Îranê zexteke mezin a aboriyê pêk were.”

Bolton jî diyar kir ku Îran wê ne li hemberî DYE’yê û ne jî li hemberî beşeke din a cîhanê wê nebe xwediyê çekên nukleerî.