Volkana Popocatepetl a Meksîkayê di rojekê de sê caran teqiya

Volkana Popocatepetl a Meksîkayê di 24 saetên dawîn de 3 caran teqiya. Ji ber teqînê xwelî li bajarên derdora volkanê bariya.

Teqînên li Volkana Popocatepetl a Meksîkayê didome.

Li gorî rapora Navenda Pêşîlêgirtina Karesata Neteweyî ya Meksîkayê (CENAPRED) di nava 24 saetên dawîn de 3 teqîn pêk hatine û 128 caran gaz û xwelî ji volkanê derketiye. Di raporê de hate diyarkirin xweliya ji volkanê derketiye jî li ber ba ketine û li rojhilat belav bûne.

Di raporê de hate diyarkirin îsal di volkanê de 17 teqîn pêk hatine û par jî 113 teqîn pêk hatine.

Li gorî zanyaran di nava çend salên pêş de dibe ku teqîneke mezin li vê volkanê pêk were.