Vîrûsa Korona zû belav dibe

Şewba Covîd-19 vîrûsa Korona, ku li Çînê derkete holê, bi lez û bez li derveyî Çînê belav dibe. Li gelek welatan gelek kesên din jiyana xwe ji dest dan. WHO'yê diyar kir, "Em li qadeke nediyar de ne."

Vîrûsa Korona ya nû ku di Kanûnê de li bajarê Wûhan ê Çînê li bazareke heywanan derkete holê li dehan welatan belav bû.

Heta êvara 3'ê Adarê roja Sêşemê li gelemperiya cîhanê 93 hezar nexweşên bi vîrûsê û 3 hezar û 200 qurbanî hatin tespîtkirin.

LI ÇÎNÊ ROJANE HEJMARA NEXWEŞAN KÊM DIBE

Li Çînê 31 kesên din di nava rojekê de jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirovên bi vîrûsê ketine jî 80 hezar derbas kir. Li Çînê bi giştî 2 hezar û 943 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Li Çînê hejmara nexweşan û ya qurbaniyan kêm dibe. Hate ragihandin ku li Çînê roja Sêşemê tenê 125 kes bi vîrûsê ketin. Li Çînê ji dawiya meha Çileyê û vir ve zêdeyî 50 milyon kes di karantînayê de ne.

LI KOREYA BAŞÛR 5 HEZAR KES BI VÎRÛSÊ KETINE

Hejmara mirovên li derveyî Çînê bi vîrûsê dikevin zêde dibe. Vîrûsê herî zêde bandor li Koreya Başûr, Îtalya, Îran û Japonyayê kir. Eşkere bû ku li Koreya Başûr nêzî 5 hezar kes bi vîrûsê ketine. Hate ragihandin ku 477 kesên din bi vîrûsê ketine. Hejmara mirovên li Koreya Başûr ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 28 kesî.

LI ÎRANÊ ZÊDEYÎ 2 HEZAR Û 300 KES BI VÎRÛSÊ KETIN

Li Îranê roja Sêşemê 11 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên fermî li welêt 2 hezar û 336 kes bi vîrûsê ketin. Hejmara qurbaniyan jî 77 kes in. Li gorî gelek çavkaniyan hejmara mirovên bi vîrûsê ketine û bûne qurbanî li Îranê ji daneyên fermî gelekî zêdetir e û rayedar jî rastiyê vedişêrin.

LI ÎTALYAYÊ 49 KES JI BER VÎRÛSÊ MIRIN

Li Îtalyayê ji destpêka şewbê ve 2 hezar û 502 kes bi vîrûsê ketin. Heta niha 79 kes ji ber vîrûsê mirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya roja Sêşemê di nava 24 saetên dawî de 27 kesên din bi vîrûsê ketin.

LI JAPONYAYÊ NÊZÎ 300 KES BI VÎRÛSÊ KETINE

Li Japonyayê hejmara mirovên bi vîrûsê ketin 293, ya qurbaniyan jî 12 kes in. Li welêt dibistan hemû hatin girtin. Japonan berê xwe dan marketan û xurek li malê kom kirin. Li welêt her wiha 700 nexweş li keştiyeke li peravên Yokohamayê di karantînayê de ne.

LI FRANSAYÊ 4 KES MIRIN

Li Ewropayê piştî Îtalyayê welatê ku herî zêde kete bin bandora vîrûsê Fransa ye. Li Fransayê roja Sêşemê 4 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Hejmara nexweşan jî gihîşt 211 kesî. Rayedarên tenduristiyê yên Fransayê ragihandin ku ew zanin 75 ji sedî yên nexweşan bi çi rengî bi vîrûsê ketine, têkildarî nexweşên dawî jî lêkolînên wan didomin. Hikumetê çalakiyên bi beşdariya zêdeyî 5 hezar kesî qedexe kir. Di çarçoveya tedbîrên nû de li herêmên ku vîrûs lê hene dibistan hatin girtin. Betlaneya ji bo derveyî welat jî hate qedexekirin.

LI DYE'YÊ 9 KES MIRIN

Hate ragihandin ku li DYE'yê jî roja Sêşemê 4 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Li vî welatî 117 kes bi nexweşiya vîrûsa Korona hatin tespîtkirin. Hejmara qurbaniyan bi vî rengî gihîşt 9 kesî.

DI ASTA EWROPAYÊ DE ALARM HATE DAYIN

Li dijî şewba vîrûsa Koronayê di asta Ewropayê de alarm hate dayin. Navenda Kontrolkirin û Pêşîgirtina li Nexweşiyan a Ewropayê asta alarmê ji 'nerm' derxist 'bilind'. Elmanyayê jî asta alarmê ji 'nerm a kêm' derxist asta 'nerm'. Li vî welatî hejmara mirovên bi vîrûsê ketine dawiya hefteyê bi du qatî zêde bû. Li 11 ji 16 eyaletan bi giştî 196 nexweş hatin tespîtkirin. Her wiha li Spanyayê 153 nexweş, li Swêdê 56 nexweş, li Qraliyeta Yekbûyî 51 nexweş û li Norwêcê jî 32 nexweşên ji ber vîrûsê hene.

LI ROJHILATA NAVÎN, EFRÎKA Û LATÎN EMERÎKAYÊ BELAV DIBE

Li Rojhilata Navîn li Iraqê 32 nexweş, li Qûweyt3e 52 nexweş, li Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî 21 nexweş, li Lunanê 13 nexweş û li Erebistana Siûdî jî nexweşek hatine tespîtkirin.

Vîrûs li Latîn Emerîkayê, Awûstralya û Efrîkayê jî belav bû. Ji roja Duşemê ve li Tûnis, Senegal û Fasê nexweşên bi vîrûsê hatin tespîtkirin.

WHO: EM LI QADEKE NEDIYAR DE NE

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs dema ku vîrûsa nû ya Korona pênase kir got, "Em li qadeke nediyar de ne." Midûrê WHO'yê got, "Me beriya niha patojeneke wiha nedîtin ku bi rêya nefesê li mirovan belav dibe. Eger em karibin tedbîrên baş werbigirin hingî dikarin pêşî lê bigirin."