Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Vîrûsa Korona: Cihê herî pîroz ê Îslamê Kabe hate valakirin

Kabe ku ji bo Îslamê cihê herî pîroz e, ji ber şewba vîrûsa Korona hate valakirin.

Qraliyeta Erebistana Siûdî Hec a vê hefteyê bi rengekî demkî rawestand. Piştî ku serdana Kabe hate betalkirin Pêncşemê li derdora Kabeyê mirov nebû.

Rayedaran diyar kirin ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna Koronayê wan tedbîreke bi vî rengî ya demkî wergirtine. Rayedarek li ser mijarê AFP'ê re axivî û bi bîr xist ku biryareke wiha beriya niha qet nehatiye wergirtin.

Welatên kendavê rojên dawî li dijî şewba Covîd-19 gelek tedbîr werirtin. Gelekan kombûn, festîval û çalakiyên sporê betal kirin. Li herêmê 5 jê li Erebistana Siûdî zêdeyî 150 nexweşên bi vîrûsê hatine tespîtkirin.

Her sal bi milyonan mirov serdana Kabeyê dike. Li gorî daneyên fermî di sala 2018'an de 18.3 milyon kesî ûmre kirin. Hec jî di sala 2019'an de ji aliyê 2.5 milyon kesî ve hatibû kirin.