Vîrusa Ebolayê li Gîneyê dîsa veguherî şewbê
Li Gîneyê piştî ku vîrusa Ebolayê bi dawî bû dîsa bû wekî şewbê.
Li Gîneyê piştî ku vîrusa Ebolayê bi dawî bû dîsa bû wekî şewbê.
Li gorî serokê saziya tendirustiyê ya Gîneyê Sakoba Heyta laboratûvara Konakriyê dîsa vîrusa ebolayê piştrast kiriye.
Li gorî rayedar 7 nexweş hatine tespîtkirin û 3 nexweş mirine. Piştî ku li Efrîkaya rojava vîrusa Ebolayê bi dawî bûbû pênc sal şûnde dîsa mirov nexweş ketin.
Di navbera salên 2013 û 2016’an de 11.300 kes ji ber Ebolayê miribûn.
Şewba Ebolayê di Kanûna 2013’an de li Gîneyê derketibû holê û piştre li Lîberya û Sîerra Leoneyê hatibû dîtin.
Li Komara Kongo ya Demokratîk di şewba 11’an de 130 kes nexweş ketibûn û 55 kes miribûn. Ev şewb di 18’ê Mijdara 2020’an de bi dawî bûbû.