Vîetnam amadekariya hilbijartina serokkomarekî nû dike

Meclîsa Navneteweyî ya Vîetnamê, roja Duşemê dest bi pêvajoya hilbijartina serokkomarekî nû dike. Ev hilbijartin piştî aloziya siyasî ya li welêt ku di demên dawî de zêde bûne, pêk tê.

Seroka Komîteya Karên Parlamenteran Nguyen Thanh Haî, di daxuyaniya roja Yekşemê de got, “Komîteya Navendî ya Partiyê, namzetên guncaw ên ji bo erka serokkomariyê diyar kir û ji bo erêkirinê pêşkêşî Meclîsa Neteweyî kir."

Li Vîetnamê, guhertinên serokkomariyê yên di bin rêveberiya komunîstan de, ji bo parastina aramiyê gelek caran bi baldarî tên birêxistinkirin. Lê belê ji sala 2021'an û vir ve, mûdaxeleyên berfireh ên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî gendeliyê de hatin kirin, 2 serokkomar û sê cîgirên serokwezîr jî di nav de gelek kesayetên payebilind ji wezîfeyê hatin dûr xistin.

Avaniya rêveberiya welêt, xwe dispêre çar pozîsyonên navendî: Sekreterên Giştî, Serokkomar, serokwezîr û Serokê Meclîsa Navneteweyî.

Serokkomarê heyî To Lam, piştî mirina Nguyen Phu Trong di meha Tebaxê de weke Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst hatibû wezîfedarkirin.

Nguyen Phu Trong di navbera salên 2018-2021'an de hem erka Serokkomariyê û hem jî erka Sekreteriya Giştî bi hev re meşand.